8 November 2026 - 09:43
Source: kmr.abna24.com
"Xwendewariya perwerdehiyê | Çima dîndarî ya dêûbavan hin caran dibe ku zarok ji dîn dûr bikevin(biravin)?"

Gelek têkçûnên hestî û dûrketina nifşa nû ji nirxan, ji nebaşexlaqî û tundiyê li malê derdikevin; heta ku hezkirin şûna tundiya devkî bigire, nimûnegirtina dînî û malbatî pêk nayê.

Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA –  Îro yek ji xemên herî tal ên malbatên dîndar ev e: çima digel ku em bi dîn re girêdayî ne, zarokên me ji nirxan dûr dikevin? Dîtina rehê vê qutbûna perwerdehiyê, hewceyê nihêrtineke hûr a li kalîteya têkiliyên hestî û tevgerên di nav çar dîwaran de ye. Di vê çarçoveyê de, Huccetul-Îslam wel-Muslimîn Mihemed Şucaî berê xwe daye rehê vê qeyranê û analîzkirina pêwendiya navbera hezkirina malbatî û nimûnegirtina dînî.

Pirs:

Ez dîndar im, lê çima zarokên min ji dîn reviyane?

Her carê ku hûn nebaşexlaqî dikin, tund dibin, biçûk dikin an tinazê pê dikin, guneh lê digirin an bi gotin û tevgerên xwe wek rimê li dilê aliyê din didin, hûn nikarin hêvî bikin ku ew hîn jî ji we hez bike.

Dibe ku mirov di destpêka têkiliyê de zû bi hev re dil bibin, lê parastina vê hezkirinê bi tevger û reftara wan ve girêdayî ye. Dema ku gelek zewacan bi têkçûnê diqedin, divê em ji xwe bipirsin: gelo em dizanin ku hezkirin û dilgermî di têkiliyê de zindî bihêlin?

Heke hûn bixwazin zarokên we ji we hez bikin, divê hûn bi wan re xweştehger bin. Dema ku hûn bi zarokê xwe re nebaş tevdigere, xwezayî ye ku ew ji we dûr bikeve. Zarok bi gelemperî ji kesên ku jê hez dikin nimûne digirin; dibe ku nimêjxwendin an cilûberg û şêwaza dêûbav ji wan hîn bibin. Lê heke pêwendiya hestî ya wan bi dêûbavan re xera bibe, dibe ku ew nirx û tevgerên wan jî paşguh bikin.

Carinan nebaşexlaqî ya yek ji hevjînan ew qas bandorê li têkiliyê dike ku aliyê din ji tevger û reftara wî dilşikestî dibe û heta li hember nirxên ku ew nûnertiya wan dike, hîs dûrketinê dike.

"Xwendewariya perwerdehiyê | Çima dîndarî ya dêûbavan hin caran dibe ku zarok ji dîn dûr bikevin(biravin)?"

Tundî û êrîşkarî nîşaneya nermî û toleransa exlaqî nîne. Kesê ku zû hêrs dibe, dêûbav, hevjîn an kesên din rehet dide, qîr û gazinan dike, gefan dixwe, inat dike an jiyanê têk dixe, bi vê tevgerê zirarê dide kesên li dora xwe û têkiliyên xwe yên westiyayî dike. Di hînkirinên dînî de jî hêrs û êşkencekirin nayê pesindan û mirov ji exlaqa qenc û tevgera bihiştî dûr dixe.

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha